YJA STAR: Dem dema di k urdistana azad de bi rêbertiyek azad re jiyankirin e

Fermandariya Bîryargeha Navendî ya YJA STAR’ê bi nêzîkbûna Komploya Navnetewî daxuyaniyek da û destnîşan kir ku têkoşîna bê navber ya Rêber Abdullah Ocalan hêz û hêvî dide hemû gelên ku ji bo azadiyê têdikoşin, niha jî dem dema Kurdistana azad û Rêbertiya azad e.

Fermandariya Bîryargeha Navendî ya YJA STAR’ê têkildarê komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê a li dijî Rêber Abdulah Ocalan, daxuyaniyek da.

Daxuyanî YJA STAR’ê wiha ye:

Em bi zanebûna ku ev komplo di şexsê Rêberê me de li hemberî hemû mirovatî, gelê Kurd û jinan bi armanca îmha û tesfiyeyê pêkhatiye, biryardariya xwe ya ji bo bilindkirina têkoşînê dubare dikin.

YJA STAR: Êrîşa li ser garê nîşaneya nûkirina komployê ye

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin, dewleta Tirk a faşîst û qirker di qirkirina Kurda de bi israr e û wih anî ziman.

Di vê meha Sibatê ku komploya navnetewî ya li hemberî Rêbertiya me dikeve 23. sala xwe, dewleta Tirk a faşîst û hêzên hegemon êrîş birin li ser Garê, ev yek tê wateya nûkirina komplo û israrkirina di qirkirina Kurd e.

Di domandina daxuyaniyê de hate diyar kirin ku têkoşîna bi pêşengtiya YJA Starê li Heftanînê ku di raya giştî ya cîhanê de deng vedaye, hewesa artêşa Tirk a dagirker û hevkarên wê di qirika wan de hiştiye.

YJA STAR’ê di dawiyê de bal kişand li ser pêngava bi pêşengtiya KCK’ê ya ‘Bes e ji faşîzm, tecrîd û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ û got:

Li çiyan bi bi pêşengtiya YJA Starê bi çalakî û berxweddanên gerîla, di serî de li her aliyên Kurdistanê, li hemû cîhanê di pêşengtiya jinan de li nava gel û dostên xwe de, her roja diçe mezintir dibe.

Dem dema bi Rêbertiyek azad re li Kurdistanek azad jiyankirinê ye.

Back to top button