Rayedarên Iraqê banga derxistina Amerîka ji xaka Iraqê kirin

Di navbera hêzên Amerîkî û çekdarên li Iraqê de cih bi cih şer û pevçûn rû didin.
Herî dawî kuştina fermanderekî ji Heşdî Şabî Ebu Teqwa Seîdî û alîkarê wî yê bi navê Ebu Îmtîhan ji aliyê Amerîkayê ve tansiyon bilind bûbû.
Ji ber êrîşên Amerîkayê jî rayedarên Iraqê bang li gelek aliyan kirin da ku hêzên Amerîkî ji xaka Iraqê bê derxistin.
Berdevkê Wezareta Parastinê yê Amerîkayê Patrick Ryder diyarkir ku ti planek ya wan a hêzên xwe ji Iraqê vekişin, nîne.

Di 4’ê Çileyê de li kolana Filistîn ya li Bexdayê, bi balefirek bê mirov û bi çek baregeha hêzên Heşda Şabî hate bombebaran kirin.

Piştî êrişê Tevgera Nucebayê kuştina fermandarê xwe yê bi navê Ebû Teqwa Seîdî û alîkarê wî yê bi navê Ebû Îmtîhan ragihand.

Amerîkayê bersiva bangên rayedarên Iraqê da

Amerîkayê jî piştre ragihand ku êriş ji aliyê wan ve pêkhatiye.

Piştî bûyerê, ji rayedarên Iraqê gelek nerazîbûnên tûnd hatin, ji gelek aliyan jî banga derxistina hêzên Amerîka yên di nav xaka Iraqê de hate kirin.

Amerîkayê bersiva bangên rayedarên Iraqê da.

Amerîka: Hêzên me ji Iraqê dernakevin

Berdevkê Wezareta Parastinê yê Amerîkayê Patrick Ryder di daxuyaniyek çapemeniyê de ragihand ku ti planek wan ku hêzên xwe ji Iraqê vekişîn nîne, niha nêzî 2 hezar û 500 leşkerên Amerîkî li Iraqê ne.

Patrick Ryder di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got:

“Hêzên Amerîka li ser daxwaza Hikumeta Federal li Iraqê ne, emê têkoşîna dijî DAIŞ’ê ya li herêmê dewam bikin.

Heya niha jî Iraqê ji bo vekişîna hêzên me ya ji Iraqê, tiştek ji Wezareta Parastinê ya Amerîkayê re ne gotiye.

Tevî vê jî Amerîka ji bo vê mijarê ji hemû guftugoyan re amadeye.”

Back to top button