“Dewleta Tirk sûcên şer dike”

​​​​​​​Siyasetmedar û rûspiyên eşîran sûcên şer ku dewleta Tirk li dijî herêmê pêk tîne şermezar kirin û got :
“Ew ê bi QSD’ê re li dijî van êrişan bisekinin. ‎”

Dewleta Tirk ji 19’ê Mijdarê ve êrişên bejahî û asîmanî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye pêk tîne..

Di encamê de zirarên canî û madî yên mezin çêbûn.

Şêxê eşîra Benî Seîd, El Şêx Fehid Şilaş ev bombebaran bi “êrişa hovane” wesif kir û wiha got:

“Dewleta Tirk bi awayekî yekse sivîl û mal û milkên wan dike armanc.”

Şilaş piştrast kir ku eşîrên ereb ên li herêmê QSD û ‎Rêveberiya Xweser in ..

“Dewleta Tirk bi awayekî dermirovî êriş dike”

Cîgirê hevserokê Meclisa Partiya Sûriye Pêşeroj a Minbic û gundewarên wê Mihemed Berkel jî dibêje:

“Dewleta Tirk bi awayekî dermirovî herêmê bombebaran dike.

Saziyên xizmetguzariyê tên bombebarankirin.”

Berkel tekez kir ku dewleta Tirk peymanên navneteweyî binpêdike …

“Wê nikaribin axa me dagir bikin”

Nûnerê Eşîra Hilisat Îbrahîm Ehmed El Hemud jî bi heman ermancê axivî..

“Îbrahîm Ehmed diyar kir ku ew ê destûrê nedin dagirkeriya dewleta Tirk û got :

“Dewleta Tirk hewl dide gel birçî û bêçare bihêle.

Em li hemberî hemû êrîşên dewleta Tirk amade ne.

Emê ax û destkeftiyên xwe biparêzin û tu carî welatê xwe terk nakin. ”

El Hemud diyar kir ku ew ê di vî şerî de tu carî QSD’ê bi tenê nehêlin..

“Dewleta Tirk hewl dide sûcên xwe veşêre”

Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk Telal Mihemed jî helwesta xwe li dijî êrişan nîşan da û got:

Dewleta Tirk hewl dide Rêveberiya Xweser têk bibe.

Dixwaze li her derê êrişî Kurdan bike.

Dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li dijî herêmê dixwaze bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî gerîla veşêre.

Telal Mihemed bang li gelê herêmê kir ku piştgiriya Rêveberiya Xweser û hêzên leşkerî bikin..

Back to top button