Hevseroka KCDK-E’yê: Her dengek wê pêşî li azadiya jinê veke

Hevserokên Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê Fatoş Goksûngûr û Yuksel Koç.
Berdevka Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) Ayten Kaplan derbarê hilbijartinan axivî.
Siyasetmedarên kurdan anîn ziman ku hilbijartinên 14’ê Gulanê ji bo Kurdan hilbijartineke stratejîk e.

Tiştek ji Hibijartinên 14’ê Gulanê re nema.

Destekdayîna ji bo Partiya Çepên Kesk jî didome.

Peyamên ku wê êdî wê desthilat bikeve derdikevin.

Ji Ewropa bang derdikevin ku her kes li Partiya Çepên Kesk xwedî derkeve.

Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksûngûr di vê derbarê de axivî.

Fatoş Goksûngûr destnîşan kir ku hilbijartinên vê carê ji bo hilweşandina desthilatdariya faşîst e û got:

“Her dengê ku em ê bi kar bînin wê pêşî li azadiya jinê veke.

Em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

Her dengek wê bide derbek û li rejîm, dîktatoriya zordar, li faşîzma AKP-MHP’ê bikeve.

Em ji bîr nekin, deng ji bo Partiya Çepên Kesk e.”

Yuksel Koç: Ji bo Kurdan hilbijartineke stratejîk e

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç jî got:

Encamên hilbijartinê ewqasî stratejîk in.

“Ev hilbijartin ji rêzê nîne.

Ev hilbijartin hilbijartineke stratejîk e ku wê bandorê li sedsala pêş bike.

Di vê hilbijartinê de wê çarenûsa gelê me diyar bibe.

Çarenûsa Rojhilata Navîn û paşeroja wê wê diyar bibe.”

Berdevka TJK-E’yê: Hilbijêr hemû divê dengê xwe bidin

Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan jî bang li hilbijêrên li Ewropayê kir ku dengê xwe bidin û got:

Lazime girseya me ya li Ewropayê dengê xwe bide.

Ji ber ku bi her dengî tiştek dikare bê guhertin.

Eger em dixwazin zextê, tirsê û tarîtiyê ji holê rakin, hingî em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û guhertinê bikin.”

KCDK-E: Divê herkes biçe li ser sindoqan dengê xwe bikarbîne

Back to top button