KCDK-E’yê jî ji bo karanîna dengan li Ewropayê banga seferberiyê kir û got: “Divê em li hemberî qirkirin, faşîzîm û dîktatoriyê bi helwesteke bibiryar û bihêz seferber bibin
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyan a Ewropayê (KCDK-E), ji bo hilbijartinên Serokkomariyê û parlamenteriyê ku wê li Tirkiye û Kurdistanê bên kirin, ji bo birina ser sindoqan a hilbijêrên li Ewropayê, daxuyaniyek da.
Kongreyê bi bîr xist ku dengdayîn li derveyê welêt, wê ji 27’ê Nîsanê ta bi 9’ê Gulanê be û got:
“Di van 13 rojan de ku gelek krîtîk in, divê bi hemû hêz û derfetên xwe em her kesê demokrasîxwaz û azadîxwaz û gelê xwe, bibin ser sindoqan.”
Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin: “Li dijî desthilata faşîst a neyara Kurdan û Erdoganê dîktator, ev hilbijartin ji aliyê stratejîk ve gelek giring e.
Divê em vê hilbijartinê bi ser bikevin. Ji wê boneyê, divê nûnerên hilbijartinan, berdevk û komîsyon, hevserokên meclîsan, xebatkarên qad û taxan û welatparêzên me yên li her qadê divê di asta seferberiyê de bêyî hincet, van 13 rojên li pêş me xwe bidin ber xebatê.