Mîthat Sancar: Tedbîrên ku nehatibûn girtin êş û mirin zêdetir kir

HDP’ê ji roja destpêkê ve di nava tevgerê de ye û ji her alî ve alîkariya mexduran dike. Parlementer serdana mexduran dikin û hewl didin êşa wan sivik bikin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sancar jî bi daxuyaniyekê ragihand ku desthilat berpirsyarê giranbûna encamên erdhejê ye.

Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê ku piştî erdheja Mereşê hatibû avakirin, bi serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar civiya.

Sancar, beriya civînê daxuyanî da û destpêkê ji malbatên qurbaniyan re sersaxî û ji bo birîndaran re şîfa xwest.

Sancar anî ziman ku tevahiya welat êşeke gelek giran dijî û got: “Dê qarînên mirovan û hêrsa gel a mezin tu carî neyê jibîrkirin.

Ev ne ew pêvajoye ku îktîdar bikare bi gotinên weke ‘plana qederê ye, karesata sedsalê’ berpirsyariyê ji ser xwe biavêje.

Sancar anî ziman ku bandora herî mezin a erdhejê, ji tiştên ku beriya erdhejê nehatine kirin û polîtîkaya îktîdarê ye.

Ozsoy: Bi termalan dikarin bikujin, lê bi heman termalan rizgar nakin

Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Hişyar Ozsoy li herêmên erdhejê geriya û anî ziman ku dewleta Tirk ti tedbîr wernegirtiye û got: “Mexdûrên erdhejê dibêjin ku enqaz nayên rakirin..

Hîn jî mirov di binê avahiyên helweşiyayî de ne.”

Sarisaç ê HDP’î: Dewlet gel di binê kavilan de dihêle

Li aliyek din, Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç, piştî Mereş, navçeyên Elbistan û Bazarcixê çû navçeyên Antakya û Skenderûnê yên Hatayê.

Sarisaç ragihand ku piştî erdhejê, destwerdan û tedbîrên pêwîst nehatine girtin û wiha domand:

“Li Bazarcixê, Elbistanê, Mereşê, her wiha li vê derê em dibînin ku feraseteke wisan ya dewletê heye ku gel di binê kavilan de dihêle.

Ji ber ku 24 saetên destpêkê yên erdhejê gelekî girîng bû, lê mixabin heta roja sêyem jî mirov li ber kavilan li benda derxistina xizmên xwe man.

Dewlet nehat, dewlet li wir tune bû.”

Back to top button