YE û Bêrîtanya li ser pêvajoya piştî Brexit negihiştine encamekê

Ji bo derketina Bêrîtanya ji nava YE tenê 3 hefte mane. Lê heta niha di navbera aliyan de piştî pêvajoya Brexist wê şêwazê danustandinan çawa be zelal ne bûye.

Doh li Brukselê Serokwezîrê Îngilistanê Boris Johnson û Seroka Komisyona YE Ursula von der Leyn civiyan.

Aliyan ji bo biryara dawî 4 roj wext diyar kir.

Di civîna sê saetan dewam kir de, encamek derneket û ji bo dema dawî roja yekşemê hate destnîşan kirin.

Daxuyaniyên piştî civînê hatin dayîn de derket holê ku di navbera aliyan de, cudahiyek mezin ya fikr heye.

Von der Leyen diyar kir ku li ser mijarên ku divê were çareserkirin nîqaşên balkêş û germ pêk hatine.

Buroya Serokwezîrê Bêrîtanya jî bi daxuyaniyekê ev yek piştrast kir û got,

Ev yek wê were derbaskirin ya na, nayê zanîn.

31’ê Çile Bêrîtanya biryara derketina xwe ya ji YE dabû û ji bo derketina wê jî heta 31’ê Cotmehê dem hatibû diyarkirin.

Lê ji ber nelihevkirina li ser mijaran heta niha ev pêvajo encam negirtiye.

Ger heta dawiya salê alî li hev nekin, Bêrîtanya wê bi fermî derbikeve û ev yek jî wê weke nelihevkirin bikeve dîrokê.

Back to top button