”Divê rêz ji vîna Êzîdiyên li Şengalê re bê girtin”

Partiyên siyasî yên Girkê Legê, Karmendên Şaredariya Gel a Tirbespiyê û ciwanên Minbicê bi daxuyaniyên cuda li ber peymana dagirkirina Şengalê rabûn û piştgiriya xwe ya bi civaka Êzidî re eşkere kirin.
Di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku lihevkirinên li ser Şengalê berdewama komployên li dijî civaka Êzidî ye.

Çalakiyên xelkên bakur û rojhilatê Sûrî li dijî peymana dagirkirina Şengalê dewam dikin.

Partiyên siyasî yên navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo bi daxuyaniyekê ev peyman şermezar kir û got,

“Dema ku hikumeta Bexda û PDK’ê ew di nava terora DAIŞ’ê de hiştin, Şengalîyan di bexwedanan li dijjî DAIŞ’ê de bi sedan şehîd dan.”

Partiyan diyar kirin ku ew lihevkirinên ku rêveberiya Şengalê paşguh dike qebûl nakin û destnîşankirin ku divê Şengalî xwe bi xwe, bi rê ve bibin.

Karmendên Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê jî bi heman armancê daxuyaniyek da.

Karmendan diyar kir ku lihevkirinên li ser Şengalê berdewama komployên li dijî civaka êzidî ye.

Karmendan bang li civaka navneteweyî kir ku rêzê ji vîna gelê Şengalê re bigirin.

”Rê nedin dagirkeran ku derbasî xaka rizgarkirî bibin”

Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Minbicê jî bi heman armancê daxuyaniyek da.

Endamên Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger tevli daxuyaniyê bûn.

Ciwanan bang li Şengaliyan kir ku li hemberî dagirkeriyê bisekinin û nehêlin ku ew derbasî axa rizgarkirî bibin.

Back to top button