Artêşa Etyopyayê bajarê Udey girat kontrol kir

Artêşa Etyopyayê ragihand ku bajarê Udey Girat ê ku 120 km li bakur-rojahilatê paytexta Tigrayê ye, kontrol kir.

Li gorî daxuyaniya Grupa Awarteyan a hikûmetê, artêşê, çekdarên “Eniya Rizgariya Gel a Tigrayê” têk birin û tevahiya Udey Giratê bi dest xist.

Duh jî artêşa Etyopyayî kontrolkirina bajarê “أكسوم” Eksom ê dîrokî ragihandibû.

Ji bo nav-beynkariyê jî, Yekîtiya Afrîkayê 3 serokên berê yên Mûzembîq, Lîbîrya û Başûrê Afrîkayê weke şanderên taybet bo Etyopyayê erkdar kirin.

Hikumeta Başûrê Afrîkayê da xuyakirin ku şanderên erkdarkirî, dê berî bidin Etyopyayê da zemîna diyaloga nîştimanî ya vekirî amade bikin û bigihîjin agirbestekê.

Êrîşên artêşa Etiyopya ku 4’ê Mijdarê li dijî Eniya Rizgariya Gel a Tigrayê dayî destpêkirin, bi dijwarî li dar in.

Back to top button