Meclisa Jinê ya Malbatên Şehîdan a Helebê êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Herêmên Parastinê yên Medyayê û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re bi daxuyaniyekê şermezar kirin.
Meclisê di daxwiyaniya xwe de got :
“Dewleta Tirk a faşîst bi hemû hêza xwe hewl dide destkeftiyên gelê me têk bibe.
Em bang li tevahî Kurdan dikin ku seferberî ragihînin, êrişên artêşa Tirk a dagirker şermezar bikin.”
Di dawiya daxuyaniyê de berxwedana gerîlayan hat silavkirin hat gotin :
“Em di wê baweriyê de ne ku wekî her car wê îradeya gerîla bi ser bikeve.”
Çalakiya ” Konê Berxwedanê ” ji bo piştgiriya bi gerîla re li Hesekê bi dawî bû
Li aliyekî din bi heman armancê Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Hesekê di 24’ê mehê de dest bi çalakiya ” Konê Berxwedanê ” kiribû.
Di vê çalakiyê de bi dehan ciwanên bajarê Hesekê ji bo tevlî nava seferberiyê bibin navên xwe tomar kirin.
Çalakiya kon duh di roja xwe ya 3’an de bi dawî bû.