Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl, li ser liv û tevgera artêşa Iraqê ya li Şengalê nirxandin kir.
Aldar Xelîl anî ziman her êrişeke li ser Şengalê, li ser Rojavayê Kurdistanê jî metirsiyê çêdike û got:
“Li hember vê rewşê em neçar in hesabê xwe bikin û hinek tedbîran bigrin.”
“Êrişên arteşa Iraqê li ser gelê Şengalê metirsiyan li ser gelê Rojava çêdike.”
Aldar Xelîl Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê wiha rewşa dawî ya Şengalê û tevgera artêşa Iraqê ya li wir nirxand.
Aldar Xelîl bi rêya ajansa Hawarê armancên êrişên dawî û planên li ser Şengalê eşkere kirin.
Xelîl anî ziman di demekê de ku dewleta Tirk êrişî Başûrê Kurdistanê û Bakûrê Sûriyê dike, serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kete tevgerê û berê arteşa Iraqê da Şengalê.
Aldar Xelî got :
“Em vê rewşê dişopînin û dixwazin nas bikin, ev mesele çi ye.
Li şûna ku li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û xiyaneta PDK’ê helwest deynin, ew jî êrişî Şengalê dikin.
Êrişeke bi vî rengî, di demeke wiha de wê çiqasî bikeve xizmeta Iraqê? ”
Li ser encam û metrsiya vê rewşê, Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê ev yek anî ziman:
“Êrişên arteşa Iraqê li ser gelê Şengalê metirsiyê li ser gelê Rojava çêdike.
Li hember vê rewşê em neçar in hesabê xwe bikin û hinek tedbîran bigrin.”
Li ser lêkrina dîwarê parçekirinê di navbera Rojava û Şengalê de û girêdana wê bi rewşa heyî ve, Aldar Xelîl ev got:
“Beriya demekê di navbera Şengal û Rojava de dîwar hat lêkirin û niha jî hêza xwe li Şengalê kom dikin.
Ev mijareke balkêş e û cihê nirxandinê ye.”
Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê dawiya nirxandina xwe bang li hikumeta Iraqê kir ku vê mijarê di ber çavan re derbas bike.