Xwepêşandanên li dijî kuştina jîna Emînî li seranserê Kurdistanê û Îranê didome

Li dijî kuştina jina Kurd Jîna Emînî hêrs û nerazîbûna li dijî rejima Îranê her diçe zêde dibe. Çend roj in li bajarên Îranê û Kurdistanê, gel li qadan e, bi dirûşmeyên Jin Jiyan Azadî, û Bimre Dîktatorî serhildan hene. Jin pêşengiya van serhildanan dikin.Duh bi şev jî bi hezaran kes li qadan bûn xwepêşandan hebûn. Li gorî agahiyên ku tên belavkirin heta niha di êrişên hêzên rejima Îranê de hejmareke zêde kuştî û birîndar hene.

Kuştina Jîna Emînî ya 22 salî ji aliyê hêzên rejima Îranê ve rê li ber nerazîbûn û hêrsa gel vekiriye.

Li dijî vê êrişa hêzên rejimê bi rojane li gelek bajarên Îranê û Kurdistanê bi sed hezaran kes li qadane û xwepêşandan tên lidarxistin.

Di xwepêşandanan de heta niha gelek kes ji aliyê hêzên rejimê ve hatine kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûne.

Her wiha bi sedan kes jî ji aliyê hêzên Îranê ve hatine girtin.

Ji bo agahî negirtina ji çalakiyan jî Îranê li gelek deveran înternet qut kiriye.

Li bajarê Sarî û Gorganê çalakgerên jin dans kirin, paçên li ser serê xwe danîn û şewitandin.

Li bajarê Kirmanê jî jinan porê serê xwe jêkirin û dûrûşmeyên bimre dîktatorî qiriyan. Li wir polîsan êrişî xwepêşandêran kir ciwanek bi giranî birîndar bû.

Back to top button