Asayîş: Hêzên me plana êrişeke şaneyên DAIŞ’ê a li dijî kampa Holê têk bir

Şaneyên Veşartî yên DAIŞ’ê plan dikirin bi du erebeyên bombebarkirî êrişî hêzên Asayîşê yên li Kampa Holê bikin. Lê hêzên Asayîşê ev plana wan têk bir. 3 çete hatin kuştin û çeteyek jî bi birîndarî hat girtin. Li Reqayê jî, Hêzên QSD’ê yek jê serçete, 6 çeteyên DAIŞ’ê girtin.

Tevgera şaneyên DAIŞ’ê li herêmê û bi taybetî bi zêdebûna êrişên dagirkeriya Tirk zêde bûne.

Şaneyên Veşartî yên DAIŞ’ê plan dikirin bi du erebeyên bombebarkirî êrişî hêzên Asayîşê yên li Kampa Holê bikin.

Lê hêzên Asayîşê ew plana wan têk bir.

Hêzên Asayîşê derbarê vê plana şaneyên DAIŞ’ê de daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin:

“Agahî ketin destê me ku şaneyên DAIŞ ên veşartî amadekariyan dikin ji bo ku êrîşî hêzên me ên li Kampa Holê bikin.

Li gorî van agahiyan ew şane hatin şopandin, û dema ketin tevgerê hêzên me li pêşiya wan girtin û şer qewimî.

Asayîş: 3 çete hatin kuştin û çeteyek jî bi birîndarî hat girtin

Di encama şer de 3 çete hatin kuştin û çeteyek jî bi birîndarî hat girtin.

Çeteyên şaneyê du seyareyên bombebarkirî amade kiribûn.

Yek ji wan di dema şer de hate teqandin, a din jî kete destê hêzên me û tîmên pispor ew bêbandor kir.

Her wiha 3 keleşnîkov, 8 cercûr, 250 mermiyên keleşnîkovê hatin desteserkirin.

Xezaneke ku zêdeyî 300 kîlo madeyên teqemeniyê lê hatibû bi cih kirin û ji bo teqandinê li erebeyekê hatibû barkirin jî hate bê bandorkirin.

Di vî şerî de endamekî hêzên me bi sivikî birîndar bû.”

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê: Li bajarê Reqayê yek jê serçete 6 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Li Reqayê jî Hêzên Sûriya Demokratîk jî bi operayonekê yek jê serçete 6 çeteyên DAIŞ’ê girtin.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek da.

Navendê ragihand ku Yekîneyên Antî Terorê ên QSD’ê, bi du operasyonên cuda de 6 çeteyên DAIŞ’ê li navçeya Kerama ya Reqayê girtin.

Navendê ev agahî parve kir: “Di operayona yekem de, serçeteyekî DAIŞ’ê ku karê çêkirina teqemeniyan dikir û li ser şaneyên DAIŞ’ê ên li herêmê belav dikir hate girtin.

Serçete piştî hêzên me jê daxwaz kir xwe radest bike gule li hêzên me reşand.

Li ser vê yekê hêzên me ew dorpêç kir û girt.

Di vê perasyonê de tu zirar negihşte hêzên me.

Di operasyona duyem de jî hêzên me bi ser malekê de ku teqemenî amade dikirin girtin, û şaneya ku ji 5 çeteyên DAIŞ’ê pêk dihat hatin girtin.

Di her du operasyonan de gelek çekên keleşnîkof, madeyên teqemeniyê û gelek telefon hatin desteserkirin..”

Back to top button