Xelkên Hesekê ji ber kêmbûna sotemeniyê zehmetiyan dikişînin

Ji ber êrişên Dewleta Tirk a Dagirker yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyê, tevahiya gelên herêmê zehmetiyên peyîdakirina madeyên sotemeniyê dikşînin.
Tayîbet xelkên kantona Hesekê bi kêmbûna mazotê re rû bi rû ne..

Xelkên Hesekê diyar kirin ku pîştî êrîşên li ser navenda Sadkob’ê ya sotemeniyê zahmetiyên gel zêde bune.

Ji ber vê yekê bi sedan kes li ber benzînxaneyên bajar kom dibin û li benda bidestxistina mazotê ne.

Şêniyê bi navê Mehmûd Silêman got, êrişên dewleta Tirk hişt ku madeyên sotemeniyê kêm bibin û vê yekê bandor li bûhayê wê kir.

Mehmûd dibêje em çareseriyê dixwazin.

Back to top button