KCDK-E: Hikûmeta Iraq û ya Başûr bi bêdengiya xwe kuştina sivîlan rewa dikin

KCDK-E’yê êrîşên Tirkiyeyê yên dema dawî yên li ser sivîlan û xwezaya Kurdistanê şermezar kir û got, “Dagirkerî, êrîş û bombardûmana dewleta Tirk wê nikaribe bi gelê Kurd.”

KCDK-E’yê têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser xwezayê û sivîlan ên li Kurdistanê daxuyaniyek da.

KCDK-E’ yê diyar kir ku dagirkeriya tirkiyê bi êrişên xwe yên li ser Başûr ve armanc dike ku gel bide koçberkirin başûrê kurdistan vala bike.

KCDK-E’yê diyar kir ku dewleta Tirk bi vê armancê serweriya Iraqê binpê dike, sivîlan bi rengekî komî qetil dike û got,

“Tenê meha dawî 5 caran êrîş li sivîlan hate kirin. Li pêş çavên cîhanê komkujî kir û hikumetên Iraq û Başûrê Kurdistanê jî bi bêdengiya xwe çavên xwe li komkujiyan digire.

Bi vê bêdengiyê êrîşên dagirkeriyê dipejirînin.

Heta ku dawî li dagirkeriya dewleta Tirk a li herêmê neyê anîn wê aramî pêk neyê. Heta ku dawî li dagirkeriya dewleta Tirk a li herêmê neyê anîn wê aramî pêk neyê. ”

Pênciwênê-Dewleta Tirk a qirker wesayîtek bombebaran kir 3 welatî şehîd bûn

Back to top button