Pênciwênê-Dewleta Tirk a qirker wesayîtek bombebaran kir 3 welatî şehîd bûn

Balafireke bêmirov û biçek ya dewleta Tirk ya dagirker li ser rêya serekî ya navçeya Pênciwênê yê Silemaniyê wesayîteke sivîlan bombebaran kir.
Di êrişê de 3 welatî şehîd bûn.

Derbarê êrişê de Rêveberê bajarokê Nalparêz yê girêdayî navçeya Pênciwên Hêmîn Îbrahîm agahî dan.

Hêmîn Îbrahîm ragihand êriş li devera Pley Nalme ya sînorê bajarokê Nalparêz bi balafira bêmirov û biçek êrişê wesayîtekê hatiye kirin

Îbrahîm eşkere kir ku di encama êrişê de sê kesên di wesayîtê de bûn jiyana xwe ji dest dane û got:

“Niha tîmên destwerdana lezgîn û polîs li cihê bûyerê ne û hewl didin cenazeyan ji wesayitê derbixin.”

Di 9’ê Tîrmehê de jî balafireke dewleta Tirk ya dagirker li ser rêya Dûkan-Xelekan wesayîteke sivîlan bombebaran kiribû.

Di encamê vê êrişê de welatiyek sivîl şehîd bibû û du welatî jî birîndar bûn.

Tevî ku dewleta tirk a dagirker serweriya Iraqê û hêrêma Başûrê Kurdistanê binpê dike û sivîlan armanc dike jî, ji aliyê hikûmetên desthilatdar ve ti bertek nayê nîşandan.

Back to top button