“Operasyona Mirovî û Ewlehiyê” Hêzên Asayîşê di roja 7’an de 11 kesên bi guman girtin

Operasyona ‘Mirovî û Ewlehiyê’ 7 roj li pey xwe hiştin.
Hêzên Asayîşê raghand ku hêzên wan serê vê sibehê 11 kesên ku guman li ser wan hebûn girtin.

Hêzên Asayîşê li kampa holê lêgerîna xwe didomîne.

Vê sibehê Hêzên Asayîşê raghand ku hêzên wan li beşê yekê ya kampê 11 kesên ku guman li ser wan hebûn girtin.

5 kes ji wan li xwe mukr hatin ku ew şaneyên DAIŞ’ê ne.

Li ser xebatên doh jî yên operasyonê Asayîşê daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:

”Hêzên me di roja 6’an de 15 kesên ku guman li ser wan hene girtin.

Her wiha 3 konên ku çeteyan weke cihê perwerdê bi kar tanîn hatin rûxandin.

3 tunel jî hatin dîtin û ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin ruxandin.

Her wiha guleyên çeka M-16 û du çenteyên leşkerî û hejmare amûrên kuştin û işkenceyê hate dîtin.

Hejmareke telefon û ayped jî hatin desteserkirin.

Back to top button