Şêniyên Hesekê sersaxî dan malbatên şehîd Ezam Hesekê, Heyder Hesekê û Yilmaz Behra Reş.
Li bin konê sersaxiyê soza pêkanîna armancên şehîdan hate dayîn.
Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê, endamên saziyên sivîl û leşkerî berê xwe dan bin konê sersaxiyê yê şehîdên QSD’ê Ezam Hesekê (Xalid Horan Etiye), Heyder Hesekê (Ebdulezîz Xelîfe) û endamê MLKP’ê şehîd Yilmaz Behra Reş (Osman Nuri Ocakli).
Konê sersaxiyê li Qada Şehîdan a taxa Miftî ya bajarê Hesekê hate vedan û wêneyên her sê şehîdan lê hatibûn daliqandin.
Di merasîmê de, kesên ku axivîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza mezinkirina têkoşînê û şopandina riya şehîdan dan.