Li Hesekê jî cenazeyên her du şehîdên QSD’ê Ezam Hesekê û Heyder Hesekê bi girseyî hatin oxirkirin û soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn..
Merasîm li goristana şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê hat lidarxistin.
Di merasîmê de, hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Beraa El Salih axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Dêrsim Hesekê jî soza şopandina riya şehîdan da.
Di dawiyê de wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.
Cenazeyên her du şehîdan bi dirûşmeyan hatin veşartin.
Şervanên QSD’ê Şehîd Ezam Hesekê di 29’ê Cotmehê de di bersivandina êrişa çeteyan a li rojhilatê Dêrazorê de û Heyder Hesekê jî di 29’ê Cotmehê de di encama kirîza dil de li Hesekê şehîd bûbûn.