Xwediyê darên zeytûnan û fabrîkayên zeytûnan ên Efrînî mal û milkên wan ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatiye talan kirin.
Efrîniyan diyar kir ku dagirkeriya Tirk kurdan talan dikin û ENKS’ê jî hevakariya wî di vî karî de dike.
Xwediyê darên zeytûnan û guhvaştgehên zeytûnan ên Efrînî destnîşan kirin ku bi bêdengiya navnetewî dagirkeriya Tirk Kurdan talan dike.
Necîb Şêxo ji gundê Rûya yê navçeya Mabata ye bi bîr xist ku dewleta Tirk û çeteyê wan mal û milk û zeytûnên wan talan kirine û da zanîn ku dagirkeriya Tirk avahiya guvaştgeha wî kirine bargeha MÎT’ê.
Zuheyîr Mihemed Elî wekî Necîb Şêxo mal û milkên wî talan bûne….
Zuheyîr Elî yê ji gundê Tilfê yê Efrînê ku dewleta Tirk guvaştgeha wî ya zeytûnan wêran û talan kiriye û bi 250 milyon dolatî zirar gihaştê.
Elî destnîşan kir ku dewleta Tirk mala wî ala Tirkiyê li ser xêz kirine,maleke wî ya din kirine mizgeft û çete ketin mala kurê wî jî…
Her wiha bibîrxist ku li Efrînê li her fabrîkayeke zeytûnan bi kêmanî 25 hezar zeyt dihate çêkirin, niha vê zeytê dibin Tirkiyê.