QSD’ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kirin

Doh QSD da zanîn ku di encama bersivdayîna êrişên çeteyên hikumeta Şamê de li rojhilatê Dêrazorê 3 şervanên wan şehîd bûne.
QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameya her 3 şervanên şehîd aşkera kir.

Çeteyên hikumeta Şamê duh sibê ji rojavayê çemê Firatê êriş rojhilatê Dêrazorê kir.

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD bersiva êriş da.

Hêzên QSD destnîşan kir ku di bersivandinê de 19 çete hatine kuştin û 20 jî birîndar bûne.

Her wiha 3 şervan û 4 sivîl şehîd bûne.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameya her sê şehîdan aşkere kir û weha got:

Hevalên me Demhat Qamişlo, Baran Dêrik û Ezam Hesekê ji bo çeteyên rejîma Sûriyê derbasî herêmê nebin, canê xwe feda kirin.

Hêzên me êriş û hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê pûç kirin, gelek ji çeteyan kuştin û birîndar kirin.

QSD diyar kir ku baweriya wan bi hêzên wan xurt e ku dikarin tevahî komplo û planên li dijî herêmê têk bibin.

Dawiyê QSD sersaxî ji Malbatên şehîdan re xwest û soza pêkanîna serkeftinê da.

Li gorî navenda Ragihandinê ya QSD’ê nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Demhat Qamişlo
Nav û paşnav: Tamir Ehmed Îbrahîm
Navê dayîkê: Zehra
Navê bav: Ehmed
Cih û dîroka ji dayîkbûnê: Qamişlo 1998
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor, gundê Cerdob, 29`ê Cotmeha 2023`yan

 

Nasnav: Baran Dêrik
Nav û paşnav: Ciwan Remadan Murad
Navê dayîkê: Biyan
Navê bav: Remadan
Cih û dîroka jidayîkbûnê: Dêrik 1999
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor, gundê Cerdob, 29`ê Cotmeha 2023`yan

 

Nasnav: Ezam Hesekê
Nav û paşnav: Xalid Horan El Etiye
Navê dayîkê Eliye
Navê bav: Horan
Cih û dîroka jidayîkbûnê: Dêrazor 1993
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor, gundê Cerdob, 29`ê Cotmeha 2023`yan

Back to top button