Saziyên Civaka Sivîl ên Dêrazorê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya civata navneteweyî şermezar kirin.
Her weha banga girtina qada hewayî kir.
Daxuyanî bi beşdariya nûnerên saziyan û Yekitiya Cotkaran hat dayîn.
Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, binesazî, çavkaniyên jiyanê û hedefgirtina pêşengên herêmê şermezar kirin.
Bang li hêzên navneteweyî hat kirin ku destwerdanê bikin, êrişan rawestînin û ji bo parastina aramî û ewlehiya herêmê qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigirin.
Dawiya daxuyaniyê soza şopandina rêya şehîdan û têkbirina dagirkeriya Tirk hat dayîn.
Meclisa Dêrîkê êrîş û bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar kir