QSD: Li Dêrazorê êrişên çeteyên hikumeta Şamê hatin têkbirin

Vê sibê çeteyên hikumeta Şamê hewl dan derbasî herêmên rojhilatê Dêrazorê yên di bin kontrola hêzên QSD’ê bibin.
Hêzên QSD yeskser di çarçoveya parstina rewa de ket nav tevgerê û êriş têk birin.
QSD’ê diyar kir ku di bersivdayînê de 19 çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê li ser buyerê daxunaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Vê sibê çeteyên hikumetê ji 3’ê aliyan ve ji herêmê xwe yên li rojavayê çemê Firatê bi çekên giran êrişê herêmê rojhilatê Dêrazorê kirin.

Çeteyan bi êriş û tepbaranê xwestin derbasî bajarokê Herdûb û Dîbanê bibin.

QSD’ê diyar kir ku hêzên wan bersiva êrişa çeteyan da, şer derket û ev tişt got: Di şer de 19 çete hatin kuştin û 20 jî birîndar bûn.

QSD’ê da zanîn ku di encama bersivdayîna êrişê de 3’ê şervanên wan şehîd bûn.

Her weha diyar kir ku topek çeteyan li malek sivîlan ket, di encamê de 4 sivîl şehîd bûn û 10 jî birîndar bûn.

Dawiyê navenda ragihandinê ya QSD’ê teqez kir ku ewê rê nedin tu kesî ku hewl bide aramî û istiqrara herêmê derb bike.

Ev jî dîmenê Çek û cebilxaneyên çeteyên rejîma Sûriyê li bajarokê Herdub bin ku çete reviyan û hêzên QSD desteser kirin.

Back to top button