Qamişlo-Pêşangeha Pirtûkan a şehîd Herekol di roja 2.de ye

Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol ku li bajarê Qamişlo tê lidarxistin, di roja 2’mîn de dewam dike.
Her weha li Tebqayê jî pêşengeha Wêneyan hat vekirin.
Li Girê Spî fistîvalek li Kampa Koçberan hat li dar xstin..

Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol doh li hola Zana ya li bajarê Qamişlo bi dirûşma “Xwendin ronahî ye” dest pêkir.

Pêşangeh ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi hevkariya Desteya Çandê ya herêma Cizîrê hatiye rêxistinkirin.

Pêşangeh îro di roja xwe ya 2’emîn de bû.

Vê sibehê xelk, wêjevan û tevahî beşên civakê berê xwe dan pêşengehê.

Di pêşangehê de 61 pirtûkxane û weşanxane beşdar bûne.

Di pêşangehê de 140 hezar pirtûk tên pêşkêşkirin.

Pêşehgeh wê 4 rojan dewam bike.

Di nav de bernameyên pêşbirkên çandî û hunerî û şahiyên îmzekirina pirtûkan hen e.

Tebqa-Pêşengeha wêneyan 2 roje didome

Li hêlekî din, Tevgera Hîlala Zêrîn ya Tebqayê bi dirûşmeya ‘Şoreşa Jin bi hunerê dipişkive’ doh pêşengehek wêneyan vekir.

45 wêne ji berhemên 28 wênexêzan hatine pêşandan.

Endama Koordînasyona Jin ya Tevgerê Xedîce El-Etaar daxuyaniyek da û diyar kir ku jinên bi saya fikirê Rêber APO ji peydan rizgar kirin, silav kir

Li kampa koçberên Girê Spî festîvalek hat lidarxistin

Li Kampa Koçberên Girê Spî Fesîtvalek hat li dar xistin.

Di Festîvalê de hat diyar kirin ku Kurd, Ereb, Suryan û Aşûr yek in û tu cudahî di navbera wan de tune ye.

Back to top button