Newar Mehmûd: Dewleta Tirk ava Elok weke çekê li dijî xelkê herêmê bi kar tîne

Dewleta Tirk a dagirker di êrîşên xwe yên vê dawiyê de stasyona ku kehrebe dida Stasyona Elok hedefgirt û bi vê remilyonek û 500 hezar kes bê ava paqij mane.
Hevseroka Gerînendeya Avê ya Kantona Hesekê Newar Mehmûd Sebrî diyar kir ku divê dewleta Tirk ji ber kirinên xwe yên dijmirovî were cezakirin.

Stasyona Elok jêdera sereke ya ava paqij ji bo bajarê Hesekê bû.

Bi berdewama qutkirina ava stasyona Elokê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve şêniyên Hesekê, azaran dikişînin.

Ji bilî wê jî ji ber qutkirina ava Elok krîzeke mezin ku tenduristiya jin û zarokan dixe xeterê derket holê.

Li gorî nexweşxaneya gel a bajarê Hesekê; di sala 2022’an de 1772 zarok, 196 jin nexweş ketin.

Di sala 2023’yan de 920 zarok, 151 jin bi nexweşiyê ketin.

Hevseroka Gerînendeya Avê ya kantona Hesekê Newar Mehmûd Sebrî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina binsaziya herêmê sûcekî dijmirovî pêk tîne û wiha anî ziman:

Ji dema dagirkirina Serêkaniyê ve ava stasyona Elokê her dem hat qutkirin û bi xwe re gelek krîzan ji xelk û koçberên Kantona Hesekê re anî.

Herî dawî jî dewleta Tirk stasyona ku kehrebe dida Stasyona Elok hedefgirt û ji wê demê ve heya niha xelk bê avin.

Newar Mehmûd Sebrî destnîşan kir ku dewama qurtkirina avê bû sedema ku kirîzên tendursitî, jiyanî, û aborî derkevin holê û wiha anî ziman:

”Her kes nikare avê bikire, li Hesekê 4 kamp hene, koçber in aboriya wan têrê nakê.”

Newar dawiyê bang li rêxistinên mirovî û mafên mirovan kir ku ji kirîza avê re çareseriya peyda bikin û got:

Divê dewleta Tirk ji ber kirinên dijmirovî were cezakirin.

Ji ber ku ava Elok wekî çekê bi kar tîne.

Back to top button