Rûsya: Dibe ku em bersivek leşkerî bidin

Kîev ya ku di nava metirsiya êrişeke Rûsya de maye, li benda piştevaniyê ye. Piştevaniya lewaz ya welatên Rojavayî ji bo Ûkrayna, daxwaza Moskowa ya êrişekê hîna zêdetir dike. Moskowa careke din gefa êrişeke li dijî Kîevê xwar û got: Ger DYA û NATO tevgera xwe ya li sînorê Sovyeta berê sînordar nekin, em ê bi awayekî leşkerî bersiva vê yekê bidin.

Li sînorê Ûkrayna tevgera Rûsya metirsiyeke zêde li ser herêmê daye avakirin.

Her çiqasî Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) fikarên xwe yên li ser rewşê tînin ziman lê nekariye tevgera Moskowa bide rawestandin.

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Sergey Ryabkov piştî ku Moskow lîsteyek ji daxwazên NATOyê weşand daxuyaniyek da.

Ryabkov anî ziman ku divê Amerîka bandora xwe li erdnîgariya Sovyeta berê bisînor bike û got:

“Rewş pir zelale.

Pêdiviya me bi bersivdayîneke lezgîn heye.

Ji ber ku dibe rewş aloztir bibe.”

Serokê şanda ewlekariya leşkerî ya Rûsyayê Konstantîn Gavrîlov yê di danûstandinên kontrolkirina çekan de li Viyanayê danûstandinan dike got;

Çalakiyên “tehdîdkar” ên NATO yê dikarin bi bersiveke leşkerî werin bersivandin.

Li nava NATO’yê her kes dizane ku tevî hemû hêza xwe divê gavên xurt ên siyasî bên avêtin.

Alternatîfa din jî bersiva leşkerî-teknîkî ya Rûsyayê ye.”

Kîev ji sala 2014’an ve, dema ku Kirim ji aliyê Rûsyayê ve hate kontrolkirin, li du herêmên sînorê welatê xwe bi Rûsyayê re şerê cudaxwazan dike.

Di şer de 13 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di demekê ku Kîev, Moskowa bi piştevaniya van cûdaxwazan tewambar dike de, Rûsya vê yekê red dike.

Ji aliyê din ve Kîev û welatên rojava îdia dikin ku Rûsyayê bi deh hezaran leşker li ser sînor kom kiriye û amadekariya dagirkirina Ûkraynayê dike.

Back to top button