Putin welatên rojava hişyar kir: Emê bi leşkerî-teknîkî bersivê bidin

Êdî destwerdanek Rûsya a ji bo Ûkrayna hîn zêdetir bi zelalî xuya dike. Serokdewletê Rûsya Vladimir Putin welatên rojavayî hişyar kir û got:
Di her rewşek ku welatên Rojava ya gefxwarina ber bi Moskowayê ve ji bo Ûkrayna tê şandin, wê di warê leşkerî-teknîk de bersiv were dayîn.

Vladimir Putin di civîna Wezareta Parastinê de got,

“Eger hevkarên me yên rojavayî helwesta xwe ya eşkere ya êrîşkar bidomînin, em ê ji bo bersivê tedbîrên leşkerî-teknîkî yên pêwîst bigirin û li hember gavên nedostane bertekên tund nîşan bidin.”

Putin derbarê tedbîrên “leşkerî-teknîkî” wê çi bin de daxuyanî neda.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku Amerîka amade ye li ser lîsteya daxwazên Moskowê ji bo sînordarkirina bandora NATO li erdnîgariya Sovyeta berê dest bi diyalogê bike.

Serokdewletê Rûsya got,

Moskow wê tenê “garantiyên girêdayê demdirêj” qebûl bike.

Back to top button