Meclisa Kobanê civîna xwe ya salane lidarixst

Meclisa Kantona Kobanê ji bo nirxandina kar û xebatên sala 2021`an civîna xwe ya salê li dar xist. Bi dehan endamên rêveber ên saziyên kantonê di civînê de amade bûn.

Di civînê hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Eto axivî û îşaret bi armanca lidarxistina civînê kir.

Hevseroka Meclisa Kantona Kobanê Leyla Ehmed jî rapora siyasî û xebatên rêxistinî yên sala 2021 xwend.

Paşê beşdaran kar û xebatên meclisê yên sala 2021’an nirxandin.

Di dawiya civînê de hilbijartina endaman a ji bo kar hatin kirin.

Ji bo avakirina navendên meclisên komînan û aktîfkirina navendên çandiniyê li bajarok û navçeyan pêşniyaz hatin kirin.

Ji bo çareserkirina pirsgirêkan û bicihanîna pêşniyaran, plansaziyek hat danîn.

Back to top button