PKK’ê û SÎNEÇIYA derbarê astengkirina fîlma ‘Ji bo Azadiyê’ de daxuyanî dan

Komîteya Festîvalê ya Silêmaniyê, tevî ku fîlmê ‘Ji bo azadiyê’ bi xwe vexwend festîvalê, lê pêşandana fîlmê astengkir. Li ser vê yekê Komîteya TEV-ÇAND ya PKK’ê û SÎNEÇIYA astengkirina pêşandana fîlmê şermezar kir û hate diyar kirin astengkirina fîlmê, pêkanîna daxwazên dewleta Tirk a Faşîst e.

Li Silêmaniyê di 17’ê Kanunê de 5’emîn Festîvala Filman a Silêmaniyê ya Navnetewî destpêkir.

Di festîvalê de bi biryar hatibû dayîn wê filmê bi navê ‘Ji bo Azadiyê’ jî were pêşandan.

Fîlmê ‘Ji bo Azadiyê’, qala êriş û dorpeça dewleta Tirk ya li ser taxa Sûrê yê Amadê û berxwedana gelê Kurd yên li dijî êrişên dewleta Tirk dike.

Lê pêşandana film ji aliyê organîzetorên festîvalê ve hate astengkirin.

Pêşandana fîlmê ‘Ji bo Azadiyê’ li ser daxwaza dewleta Tirk hate astengkirin

Têkildarî astengkirina pêşandana fîlmê, Komîteya TEV-ÇAND’ê ya PKK’ê daxuyaniyek weşand û biryar şermezarkir.

Komîteya TEV-ÇAND’ê ya PKK’ê diyar kir organîzatorên festîvalê ku bixwe ji bo pêşandana fîlmê vexwendin, rojek beriya galaya Silêmaniyê pêşandana fîlmê astengkirine.

Komîteyê eşkere kir ku hinceta ji bo qedexekirinê hatiye nîşandan bêbingeh e û sedema esasî siyasî û madî ye.

Komiteyê da zanîn, destwerdana ji bo astengkirina pêşandana fîlmê ya di kêliya dawî de hate kirin, ji ber dewleta Tirk e û got:

“Beriya du salan jî dewleta Tirk a faşîst nehiştibû fîlmê ‘Ji bo azadiyê’ li Silêmaniyeyê li sînemayan bê nîşandan.

Komiteyê daxuyand ku ji ber ev fîlm, rûyê komkujer, qirêj yê dewleta Tirk nîşan dide, dewleta Tirk hewl dide ku fîlmê ‘ji bo azadiyê’ li her derê qedexe bike û nehêle li welatên cuda bê nîşandan.”

Komîteyê, diyar kir astengkirina pêşandana fîlmê, pêkanîna daxwazên dewleta Tirk a Faşîst e û wiha got:

“Yên ku ji ber zextan nehiştin fîlm tevlî festîvalê bibe, nîşan dan ku çiqasî bê îrade ne, noker û xwedî ruhekî koletiyê ne.

Eşkere dike ku ev hêz çiqasî dûrî ji berjewendiyên neteweyî ye, li gorî berjewendiyên xwe yên sivik tevdigerin.”

Qedexekirina fîlmeke ku behsa têkoşîna ciwanên kurd dike ji êrişên qirker cudatir nîne

Derbarê heman mijarê de Ekîba SÎNEÇIYA a TEV-ÇAND’ê jî daxuyaniyek da û ev tişt anî ziman:

“Fîlmê ‘Ji Bo Azadiyê’ ku li pênc parzemînên cîhanê, li gelek festîvalan hatiye pêşandan, bi xelatan ve hatiye rûmetkirin, mixabin ji aliyê komîteyekî Kurd û li Başûrê Kurdistanê hate qedexekirin.”

Ekîba SÎNEÇIYA ragihand ku qedexekirina fîlmekî ku behsa berxwedan û têkoşîna ciwanên Kurd ên azadîxwaz dike, bi ti awayî ji polîtîka û êrîşên qirker cûdatir nîne.

Back to top button