Her ku diçe, nerazîbûna gel û gelek partiyên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk zêdetir dibe. Lê belê heta niha hikûmeta herêmê, ti helwest nîşan nedaye. Partiya Zehmetkêşan êrîş şermezar kirin û li dijî dagirkeriyê banga yekdengiyê kir. Her wiha hezar û 200 îmze jî ji bo derxistina leşkerên Tirk hatibûn komkirin, radestî NY, Papayên Vatîkan û Iraqê hatine kirin.
Dewleta Tirk a dagirker zêdeyî 2 mehan e li herêma Heftenîn û gelek deverên Başûrê Kurdistanê êrîş û bombebaran zêde kirine.
Di encamê de bi sedan sivîl şehîd û birîndar bûne.
Endamê Polîtburoya Partiya Zehmetkêşan Hîwa Seyîd Selîm, êrîş û polîtîkayên dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin û got:
“Divê hêz û aliyên siyasî yekdengiyekê ava bikin.
Divê em yekdeng bin û dagirkeriyê qebûl nekin.
Tirkiye, serweriya Başûr binpê dike, nabe ti alî bêdeng bimîne.”
YNK: Bi êrîş, bombebaran û şehîdkirina sivîlan, pirsgirêga Kurd çareser nabe
Der barê heman mijarê de, endamê Peywendiyên Giştî yê YNK’ê Azad Cula jî anî zimên ku;
“Dewleta Tirk bi êrîş, bombebaran, şehîdkirin sivîlan û şewitandina bax û rezan, pirsgirêka Kurdî çareser nabe.
Divê li bingeha pirsgirêkê vegerin ku ew jî dayîna mafên neteweya Kurd e.”
1200 îmze li dijî êrîşan radestî ny û 30 balyozxaneyên cîhanê hatin kirin
Kampanyaya Parastina Nîştimanî ya ku bi awayekî elektronî li Hewlêrê dest pê kiribû, bi komkirina hezar û 200 îmzeyî bi dawî bûbû.
Endamê komîteya amadekar Dr. Qasim Merzanî destnîşan kir ku wan îmzeyên komkirî, radestî NY, Papayên Vatîkan, zêdeyî 30 balyozxaneyên welatên cîhanê, rêxistinên mafên mirovan û parlamena Iraqê kirin.
Dr. Qasim Merzanî da xuyakirin ku ew dixwazin bi van îmzeyan fişaran li dewleta Tirk zêde bikin, da ku ji Başûrê Kurdistanê derkeve.