LI GUNDÊ CATÊ YÊ MINBICÊ MAYÎNEK BI JINÊN DAIŞ’Î VE TEQIYA

Li gundê Catê yê Minbicê mayînek bi jinên DAIŞ’î ve teqiya, jinên DAIŞ’î hewil didan bi qaçaxtî berê xwe bidin herêma ku dewleta Tirkiyê dagir kiriye.

Li gundê Catê yê ku dikeve bakur-rojhilatê bajarê Minbicê mayînek bi girûbeke jinên DAIŞ’ê û zarokên wan, tevî simsaran dikiran teqiya.

Jinên DAIŞ’î hewil didan ku di saetên şevê de bi bigihin herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatin dagir kirin.

Hêzên ewlehiya Hundirîn ji aliyê xwe ve berê xwe da cihê teqînê û alîkariya kesên ku birîndar bûne kirin.

Li gorî agahiyan ev grûp ku mayîn bi wan ve teqiya 3 jinên DAIŞ’î û zarokên wan û 3 simsar in.

Du ji wan jinan xwediyên nasnameyên Libnanî ne û ya din Almanî ye û 9 zarok bi wan re hene.

Di encama teqînê de 7 birîndar bûn, di nav de 4 zarok, jinek û 2 simsar hene û li nexweşxaneyên Minbicê hatin rakirin.

Her li gorî agahiyan simsarek xweiya nake, lêgerîna li ser wî jî dewam e.

Leave a Reply

Back to top button