ÎLHAM EHMED BI ENDAMÊN KONGRESA EMERÎKÎ RE CIVIYA

Hevseroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê Îlham Ehmed derbarê êrîşên dewleta Tirk li ser Bakurê Sûriyê bi endamên Kongresa Emerîkî re civiya.

Endamê Kongresa Emerîkî “Chris Van Hollen” li ser hisabê xwe yê Twiterê têkildarî civîna Hevseroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed bi endamên Kongresê re axivî.

Chris Van Hollen diyar kir ku ew li ser rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heyî bi fikar in.

Hollen destnîşan kir ku divê Kongersa Emerîkî bi yek dengî biryara ku hejmarek baş ji hêzên Emerîkî bimînin li Bakur û Rojhilatê Sûrî bistîne û parastina asîmanî li wir misoger bike.

Her wiha Endamê Kongresa Emerîkî “Chris Van Hollen” got ku divê li dijî dewleta Tirk biryara girtina cezayan were standin.

 

Leave a Reply

Back to top button