Şerê li Ukrayna

Li nava Kîevê hêviyên serketinê xurt bûne.
Bi vekişîna hêzên Rûsya ji Xersonê, êdî ev hêvî hîna xurtir bûne.
Serokomarê Ukrayna Zelensky ragihand ku hêzên Rûsya li Xersonê bêtirî 400 sûcên şer kirine û got:
Êdî em difikirin ku nêzî serketinê bûne.
Li Xersonê ji bo derketina derve qedexe hate ragihandin.

Roj, hefte, meh derbas bûn.

Lê nîşaneyên ku wê şerê li Ukrayna bi dawî bibe xuya nake.

Ev şer ber bi salê ve diçe.

Lê tevî ku îro 264 rojin li welatê wan şerekî dijwar heye jî dibe ku yekem car be, hikumeta Ukrayna ji serketinê ewqas bi hêvî bûye.

Zelensky: Rûsya li Xersonê bêtirî 400 sûcê şer pêk aniye

Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky got;

Dema ku hêzên Rûsî ji Xersonê vekişiyan, lêkolîneran bêtirî 400 sûcên şer li herêmê eşkere kirin.

Zelensky diyar dike ku cenazeyê sivîl û leşkeran jî hatine dîtin.

Lê ev îdia heta niha ji aliyê ti rêxistinê ve ne hatine piştrastkirin.

Moskow îdiayên ku dibêjin leşkerên wê bi qestî sivîlan kirine armanc red dike.

Di vê navberê de, rayedarên Ukraynayê qedexeya derketina derve û ketin ragihand û derketina ji Xersonê jî sînordar kir.

Zelensky doh di peyama xwe ya bi rêya video parve kirî de wiha got:

Artêşa Rûsyayê mîna herêmên din yên lê têk çûyî li herêma Xersonê heman hovîtî li dû xwe hişt.”

“Bê şik û guman.. Em ê her kujerekî bibînin û derxin pêşberî edaletê”

Ji destpêka şer ve li herêmên wekî Bucha, Îzyum û Mariupol gorên komî hatin dîtin.

Ukrayna leşkerên rûsî bi van bûyeran sûcdar dike.

Meha borî, komîsyoneke Neteweyên Yekbûyî (NY) got;

Sûcên şer li Ukraynayê hatine kirin û hêzên Rûsî berpirs.

Ev herêm li gel sê cihên din di meha Îlonê de li Kremlînê ji aliyê Vladimir Putin ve weke beşek ji xaka Rûsyayê hatibû ragihandin.

Artêşa Ukrayna piştî vekişîna hêzên Rûsya, 11’ê Mijdarê cara yekem derbasî bajarê Xersonê bû.

Ukrayniyên ku ala daliqandin, bi hembêzkirina leşkerên Kîevê silav kirin.

Rûsya bi 30 hezar leşkerî bajar kontrol kiribû.

Li bajarê Xersonê niha derdora 100 hezar kes lê hene.

Tê îdiakirin ku hinek ji leşkerên Rûsya çekên xwe guhertine û li nava bajar mane.

Zelensky anî ziman ku ji bo leşker û çekdarên kirêkirî yên li nava bajar mane xebatên bênandorkirina wan jî dewam dikin.

Back to top button