Ji welatên YE daxwazên zêdekirina zexta li ser Îranê dewam dike.
Seroomarê Fransa Emmanuel Macron anî ziman ku welatên YE wê hîn zêdetir cezayan li ser Îranê ferz bike û ji bo pejirandina Pasdarên Şoreşê yên Îranê weke rêxistineke terorî jî derî vekirî hişt.
Macron îro di hevpeyvîneke ligel Radio France Inter got:
“Li ser asta Ewropî, hin ji me zextê ji bo cezayên, li dijî kesayetên Pasdaran û rejîmê didomînin.”
Macron li ser pirsekê ku gelo ew piştgirîya binavkirina Muhafizên Şoreşê yên Îranê wek rêxistineke terorîstî dike yan na, bersiv da û got;
“Her ku diçe divê ev yek hîn zêdetir were lêkolînkirin.
Zarokên biçûk ên şoreşê, şoreşê dikin.”
Îranê di van rojên dawî de 7 welatiyên Fransî ji ber nebaşbûna peywendiyên her du welatan binçav kirin.
Li aliyê din Fransa di 6’ê Cotmehê de Îranê rexne kiribû û Îran bi pêkanînên dîktatorî û “dîlgirtina welatiyên Fransayê” sûcdar kiribû.