DYA: Divê Misir, Sûdan û Etyopya vegerin danûstandinan

DYA ji Misir, Sûdan û Etyopyayê daxwaz kir ku careke din vegerin danûstandinên derbarê Bendava Nehda û di zûtrîn demê de bighêjin lihevkirinekê.

Piştî Serokê Amerîka Joe Biden hate hilbijartin, ev yekem care DYA`yê dengê xwe ji bo mijara Bendava Nehda bilind dike.

Li ser vê jî daxuyaniyek dirêj da ji hersê welatên eleqedar daxwaz kir ku dîsa li maseya danûstandinan vegerin

Ev daxuyaniya DYA, piştî serdana Nûnerê Taybet ê Amerîkî Jeffrey Feltman ji bo parzemîna Afrîkayê hat.

Back to top button