Hêzên Sûriya Demokratîk di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de, 2 çeteyên din ên şaneyên veşartî girtin.
QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama berdewamakirina operasyona 13’ê Gulanê ya li bajarokê Şihêl ê Dêra Zorê de, 2 çete hatine girtin.
QSD’ê her wiha diyar kir ku motorsîklêteke bombebarkirî û 2 mayînên ku dixwestin wan di rojên cejnê de biteqînin, ketin destê şervanan.
Li gorî daxuyaniyê, ev êrîş di heman roja destpêkirina operasyonê de hat pûçkirin.