Evîn Başo: Pêngav ji bo yekîtiya jinên cîhanê gaveke girîng e

Kongra Star diyar kir ku pêngava ‘Bes e ji qirkirina jinan re’, ji bo yekîtiya jinên cîhanê gaveke girîng e.

Endama Koordîneya Kongreya Star a Kantona Hesekê Evîn Başo piştrast kir ku jinên herêmê vê pêngavê ji bo têkbirina tundiya li dijî jinan, hembêz dikin.

Evîn Başo anî ziman ku armanca pêngavê ew e ku jinan bi pêş bixin û tevahî rêbazên kuştin û tundiya li dijî wan tune bikin.

Evîn da zanîn ku ev xebat bi ragihandina yekitiya jinên cîhanê dê bi ser bikeve, ev pêngav gaveke girîng e da ku bigihêjin yekîtiya jinên cîhanê.

74 rêxistên jinan û bi dehan kesayetên navdar ên cîhanê, 10’ê Gulanê pêngava “Ji bo ku em xwe ji jiyanê re ava bikin, êdî bes e ji qirkirina jinan re” ragihandibû.

Back to top button