Li Til Eferê kargeha teqemeniyê û girtîgehek hatin dîtin

Şaneya Ragîhandina Ewlekariyê ya Artêşa Îraqê ragîhand ku li parêzgeha Nînewayê girtîgehek û kargehek madeyên teqemeniyên DAIŞ’ dîtine.

Li gorî Şaneyê, yekîneyên wan li navçeya Til Efer ya Mûsilê girtin ser hin kozikan û tê de kargeha çêkirina madeyên teqemeniyê û cihek ku çeteyên DAIŞê wekî girtîgeh bi kar tanîn, hatin dîtin.

Heman çavkaniyê her wiha wêrankirina jimareke stargehên DAIŞ li parêzgeha Diyalayê jî ragihand.

5 stragehên DAIŞ’ê li rêzeçiyayên Hemrînê hatin wêrankirin

Şaneya Ragihandina Ewlekariyê diyar kir ku balafirên koalîsyona navdewletî 9 êrîşên asmanî birin ser rêzeçiyayan Hemrînê û di encamê de 5 stargehên DAIŞê hatin wêrankirin.

Back to top button