Hemîd El-Ebid: Divê koalîsyona navnetewî destwerdanê bike

Hevserokê Meclisa Girê Spî ya dagirkerî Hemîd El-Ebid destnîşan kir ku DAIŞ û komelyên tundrew bi serperiştiya Tirkiyê li herêmên dagirkirî ji nû ve zindî dibin. Ebid bang li civak û koalîsyona navnetewî kir ku destwerdanê bikin û zextê li dewleta Tirk da piştgiya xwe bi DAIŞ’ê re, rawestîne.

Hevserokê Meclisa Girê Spî ya dagirkerî Hemîd El-Ebid hişyarî li ser zindîkirina DAIŞê li herêmên dagirkirî ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatin dagirkirin da û anî ziman ku bi dagirkirina Girê Spî re, derbasbûna jimareke mezin a çeteyên DAIŞ’ê ber bi wir ve, hat belgekirin.

El-Ebid destnîşan kir ku destpêkirina xuyakirina DAIŞ’ê li wan herêman bû, bi taybet navçeya Silokê ya Girê Spî.

Li Girê Spî serçeteyekî DAIŞ’ê bi navê Miseb El-Bedir hate kuştin, ew ji çeteyên DAIŞ’ê yê herî xeternak li herêmê bû.

Ev çete ji herêmên ku QSD’ê rizgar kirine, ber bi herêmên dagirkirî ve reviya û li wir hat pêşwazîkirin.

Li gel wê jî derbasbûna bi sedan malbatên DAIŞ’ê ji dema dagirkirina Girê Spî ve, hat belgekirin.

El-Ebid got:

“Ev kesayet û komeleyên ku hebûna xwe li herêmên dagirkirî dupat kirine, li pêş çavên cîhanê nîşaneyeke eşkere ya Erdogan dixwaze ji nû ve DAIŞ’ê li van herêman zindî bike û wan herêman ji bo planên xwe yên mêtîngeriyê yên pêşerojê bike çavkanî.”

Li herêmên dagirkirî beriya niha bi navê “Komeleyên Xêrxwaz” komeleyên Pakistanî û Çeçen derketin û bi piştgiriya Tirkiye li Serê Kanî û Girê Spî dibistan vekirin, piştre hat piştrastkirin ku ji bo piştgiriya tundrewiyê çalakiyan li dar dixin.

Hevserokê Meclisa Girê Spî bang li civak û koalîsyona navnetewî kir ku destwerdanê bikin û zextê li dewleta Tirk bikin ku piştgiriya wan kesayet û komeleyên tundrew ku hewl didin ji nû ve komên terorîst bi serperiştiya Tirkiyê zindî bikin, rawestîne.

Back to top button