Îraq dê pergala S-400 bikire.. DYA jî pelika cezayan li ba dike

Cîgirê Komîteya Ewlekarî û Parstinê yê Parlamena Îraqê Naif El-Semerî ragihand ku welatê wî dê pergala 400 ji Rûsyayê bikirin.

Naif El-Semerî ji saziyên ragîhandinê re diyar kir ku di çend mehên pêş de wê Îraq peymana sîstema parastina asmanî li gel Rûsya îmze bike.

Balyozê Îraqê li Îranê Cewad Qendîl jî li ser mijarê ji Ajansa nûçeyan Sputnik a Rûsî re axivî û got:

“Bexdad di mijara kirîna sîstema parastina esmanî S-400 ji Rûsyayê, di nava nîqaşan de ye.”

Li gorî hin raporên Amerîkî jî, hikûmeta Îraqê mijara kirîna pergala S-400 nîqaş dike.

Wezareta Karê Derve ya Amerîka jî dibêje ku eger ev yek pêk hat, ew ê cezayan li Îraqê ferz bikin.

Back to top button