Şêniyên Minbicê bi tundî kêmkirina ava Firatê şermezar kir

Şêniyên Minbicê anî ziman ku dewleta Tirk bi kêmkirina rêjeya ava Firatê dixwaze ku ewlehî û aramiya herêmê têk bibe. Masîgirên Dêra Zorê jî teqez kir ku ji ber kêmbûna avê cureyên masiyan di xeteriyê de ne. 

Sînaryoya sûc û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê dawî ye.

Herî dawî dest bi şerê avê kiriye ku ev zêdeyî 3 mehan e, rêjeya ava çemê Firatê ji ser Sûriyê kêm kiriye.

Ev şer jî metirsiya herî mezin a li jiyana mirovahiyê ye.

Derbarê mijarê de, şêniyên Minbicê nerazîbûn û metirsiya xwe bi ajansa nûçeyan HAWAR’ê re bi par ve kirin.

Şêniya bi navê Ibtîsam Ebdulqadir diyar kir ku ji şerên herî hov ku dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da meşandin, şerê avê ye û aramanca wê jî ewlehî û aramiya herêmê têk bibe ye.

Ibtîsam her wiha qutkirina ava cemê Firatê bi tundî şermezar kir û got: Eger ev qutkirina avê çareser nebe, dê bi xwe re bobeleyeke mirovî bîne.

Şêniya bi navê Nûra El-Hamid jî bang li rêxistinên navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da para Sûriyê ji avê berde.

Masîgirên Dêra Zorê: Ji ber kêmbûna avê cureyên masiyan kêm bûne

Kêmbûna rêjeya avê bandorê li jîngeh û hemû warên jiyanî jî dike, yek ji wan jî masîgirî ye.

Masîgirên Dêra Zorê derbarê mijarê, hişyarî da ku cureyên masiyan ji ber kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê di xetereyê de ne.

Wan teqez kir jî ku dewleta Tirk bi vê yekê gefan li jiyan û qûtê şêniyên herêmê dixwe.

Back to top button