PKK: Divê em li ser rêya Rêbertî û şehîdên leheng bimeşin

Komîteya Rêveberiya Navendî ya PKK’ê şehîdên meha Gulan bi bîr anî û destnîşan kir ku Gulana 2021’an ew li ser xeta Rêbertî û şehîdên leheng dimeşin û şer dikin.

Komîteya Rêveberiya Navendî ya PKK’ê têkildarî meha Gulanê ya Şehîdan daxuyaniyeke nivîskî da û teqez kir ku ew ê li ser xeta Rêber Abdullah Ocalan û şehîdên leheng bimeşin.

PKK’ê anî ziman ku ji bo îro rast were fêhmkirin û bi serkeftî were jiyîn, divê mirov şehadetên beriya bi 44, 48-50 salan jiyane û yên îro tên jiyîn rast, baş fêm bike.

PKK Di şexsê Şoreşgerê Mezin ên Enternasyonalîst Hakî Karer de hemû şehîdên leheng bi bîr anîn û got:

”Beriya niha bi 44 salan, 18’ê Gulana 1977’an li Dîlokê me hevrê Şoreşgerê Mezin Hakî Karer di êrîşeke faşîst-qirker a plankirî de me şehîd da.

Bi vê bingehê 18’ê Gulanê di dîroka azadiya Kurdistanê de bû Roja Şehîdan, gulan jî bû Meha Şehîdan.

Di sala nû ya Şehîdan de em diyar dikin ku em ê zêdetir li bîranînên wan xwedî derkevin û armancên wan bi rengekî meztir bi ser bixin.”

Her wiha PKK’ê di salvegera 48’an de Rêberê Şoreşger Ibrahîm Kaypakkaya û hemû şehîdên şoreşê yên Tirkiyê bi bîr anî û anî ziman ku PKK’ê artêşa Şehîdan ku têk naçe afirand.

Komîteya Rêveberiya Navendî ya PKK’ê got:

“Divê em rastiya Rêbertî, partî û şehîdan rast fêhm bikin û bêkêmasî nûnertiya wê bikin.

Niha jî, Gulana 2021’an em li ser xeta Rêbertî û şehîdên leheng dimeşin û şer dikin.

Em tevger û gel bi vê şanaz û serbilind in, em Tevgera Azadiyê bûne hêzeke herêmî û cîhanî, em nêzîktirî serkeftinên mezintir in.”

Dawiyê PKK’ê diyar kir ku li dijî mêtigeriya qirker ew ê bi Kurdan re Kurdistanê biparêzin û li ser rêya rast meşa xwe bidomînin, tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û dawî li dagirkeriyê bînin.

Ji bo bi misogerî armanca şehîdên xwe pêk bînin, PKK’ê bang li jin û ciwan kir ku çalakiyên xwe li her qadê bi rengekî xurt geş bikin.

Back to top button