Her kes planên dewleta Tirk red dike, lê PDK hevkariyê dike

PDK rojane hemû erkên ku dewleta Tirk dayê li dijî xak, gelê Herêmê û gerîla bicih tîne.
Vê carê bi planek nû dixwaze tevayî Başûrê Kurdistanê dagir bike.
Leşkerên Tirk bi cilên hêza zêrevanî ya PDK’ê li herêmê hatûçonê dikin daku li pêş çavên hikûmeta Iraqê û raya giştî wek pêşmergeyên zêrevanî werin dîtin.

Dewleta Tirk êdî bi bomberankirina sinorên Başûrê Kurdistanê nasekine, ji ber ku di rastiyê de mesele ne PKK ye.

Vê carê bi planek nû dixwaze tevayî Başûrê Kurdistanê dagir bike.

Ji bo pêkanîna vê plana xwe ya li dijî gelê Kurd, di demên dawî de berpirsên payebilind ên dewleta Tirk a dagirker serdana Bexda û Hewlêrê kirin.

Dixwazin hikûmeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê- (PDK) jî tevlî nava plana xwe ya nû bikin.

Ne Hikûmeta Iraqê nejî aliyên din ên Başûrê Kurdistanê vê plana dewleta Tirk a dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê qebûl nekirine.

Komploya bi hevkariya PDK’ê

Dewleta Tirk bi vî rengî dest bi plana xwe ya dagirkirinê kiriye..

Destpêkê gundan bombebaran dike, rê li welatiyan digre herin ser gundên xwe.

PDK jî bi gef, çavtirsandin û nehiştina welatiyan a çona ser gundên xwe hevkariya dewleta Tirk dike.

Plan ne tenê eve, dewleta Tirk û PDK li nêzî hev baregehan ava dikin.

Ji bo di dema êrişên dagirkirinê de di aliyê leşkerî û îstixbaratî de bi hevbeşî planê bicih bînin.

Ne tenê ev, leşkerên Tirk bi cilên hêza zêrevanî ya PDK’ê li herêmê hatûçonê dikin daku li pêş çavên hikûmeta Iraqê û raya giştî wek pêşmergeyên zêrevanî werin dîtin.

Tevgera PDK’ê ya li dijî gelê Kurd û xaka Kurdistanê

PDK rojane hemû erkên ku dewleta Tirk dayê li dijî xak, gelê Herêmê û gerîla bicih tîne.

Vê carê jî PDK bi cilên ‘pasewanên sînor ên Iraqê’ hêzên xwe yên zêrevanî şandiye qadên ku gerîla lê şerê dagirkeriya Tirk dike û li wan cihan baregehên leşkerî ava dike.

PDK bi vê jî ranewestiyaye, Wezareta Karên Hindir a Iraqê dixapîne û bi behaneya aramiya sinor, pasewanên sînorên Iraqê li gel hêzên zêrevanî li herêmê bicih dike.

Hejayî bibîrxistinê ye ku di rojên borî de KCK’ê bi fermî hişyarî da plana nû ku PDK têde beşdare û daxwaz ji PDK’ê û hêzên Iraqê kir ku xwe ji baregehên leşkerên Tirk dûr bigrin.

Yaşar Guler bi Nêçîrvan û Mesrûr Barzanî re civiya

Back to top button