Bi pêşengtiya jinan projeyeke çandiniyê li Şêxmeqsûd hat pêşxistin

Bi armanca têkbirina dorpêçê û şikandina keysbaziya bazirganan Komîteya Aboriyê ya Kongra Star a Helebê li gorî pergala kooperatîfan dest bi projeyeke çandiniyê kir.

Proje li nêzî gundê Pino yê li bakurê taxa Şêxmeqsûdê ye.

Di projeyê de tabloyên enerjiya tavê û bîra avê hene ku avê ji bîrê bikişîne û çandiniyê av bide.

Di projeyê de malbateke koçber a Efrînê ku li taxa Şêxmeqsûdê bi cih bûye, dixebite.

Di destpêkê de îsot, pîvaz, sîr, kelem, tivir û hwd hatin çandin.

Endama rêvebera Komîteya Aboriyê ya Kongra Star Coliya Mistefa diyar kir ku wan dest bi firotina berhemên xwe li sûkan kir da ku pêdiviyên her du taxan ji sebzeyan dabîn bikin.

Di encamê de, hemwextî kêmbûna sotemeniyê û berdewama dorpêçê, bihaya kel û pelan bilind dibe.

Komîteya Aboriyê destnîşan kir ku ji bo teşwîqkirina pêşxistina aboriya jinan li her du taxan û bersivdana dorpêçê planên wan ên pêşerojê hene.

Back to top button