Dewleta Tirk a qirker, roj bi roj êrişên li dij herêmê gurtir dike..
Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Matay Hena got dagirkerî hewl dide çeteyan zindî bike û Rêveberiya Xweser têk bibe..
Dewleta Tirk a dagirker ji meha Tebaxê ve navçeya TiL Temirê topbaran dike..
Sivîl dibin armanca topbaranan û ziyanê dibînin..
Der barê vê mijarê de, berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Matay Hena da zanîn ku,,,
dewleta Tirk a dagirker bi van êrişên hewl dide demografiya herêmê biguhêre,,,
zemîneke baş bo zindîkirina çeteyên mîna DAIŞ’ê amade bike,,
Rêveberiya Xweser têk bibe û QSD’ê lawaz bike..
Matay Hena piştrast kir ku ew ji bo parastina sivîlan li eniyên şer in û got:
“Di çarçoveya parastin rewa de em bersiva êrişan didin.
Berdêl çi be em ê xelkê herêmê biparêzin.
Em ê di çeperan de bin heya ku herêmên dagirkirî rizgar bikin”