Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de li herêma Zapê 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya têkildarî şerê li dijî dagirkeriyê li qadên berxwedanê daxuyaniyek weşand.
Li gorî vê;
“Di çarçoveya Pêngava Şoregerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;
19’ê Kanûnê li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, tîmen gerîlayan li dijî dagirkerên li nêzî herêma Çemço û gundê Sîdayê 3 caran çalakî hatin lidarxistin.
HPG: Artêşa Tirk 7 caran bi çekên kîmyewî û qedexe êrişî kir
Di çalakiyên gerîla yên bi sabotaj, sûîkast û çekên giran de 3 leşkerên dagirker ên tirk hatin kuştin.
HPG derbarê êrişên dagirkeriyê de HPG agahiyên dan û got:
Arteşa Tirk a dagirker Qadên berxwedanê 7 caran bi çekên kîmyewî û qedexe
4 caran bi balafirên şer, 6 caran bi helîkopteran
Û bi dehan caran jî bi obus, tank, hawan û çekên giran bombe kir.”