Li Girê Spî a dagirkirî artêşa Tirk sivîlekî 30 salî revand

Artêşa Tirk a dagirker li Girê Spî kesek revand.

Dewleta Tirk a dagirker û Çeteyên wê, kiryarên ku li Efrînê pêk tînin li Girê Sipî jî dubare dikin.

Artêşa Tirk a dagirker roja înê ya borî, şêniyê bi navê Ednan Ehmed Reşîd (30) ji bajarê Girê Spî revand.

Çavkaniyan dan zanîn, ji ber Reşîd li dijî sûcên çeteyên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî derketiye, ew hat revandin.

Back to top button