Li paytexta Urdin Emanê îro lûtkeya Bexda 2 bi navnîşa, ‘Piştgirî û Aştî’ bi tevlîbûna Îran û Fransê pêk tê.
Armanca lûtkeyê piştevaniya serweriya Iraqê ye.
Li paytexta Urdin Emanê lûtkeya Bexda 2 pêk tê.
Ev Lûtke weke dewama Bexda 1 ya ku dawiya Tebaxa 2021’an li paytexta Iraq Bexdayê pêkhatîbû tê lidarxistin.
Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf diyar kir ku mijara sereke ya lûtkeyê ewlehiya herêm, piştevanî, serwerî û aramiya wê ye.
Ehmed Sehaf eşkere kir ku lûtke bi hemahengiya navbera Şah Ebdullah, Serokê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî pêk tê.
Ehmed Sehaf ragihand ku wê ji derveyî van hersê welatan, nûnerên Misr, Erebistana Siûdî, Îmarat, Qeter, Behriye, Kûwêt, Uman, Tirkiye û Îran, herwiha Serokê Giştî yê Komkara Erebî, Serokê Meclîsa Alîkariya Welatên Kendavê, nûnerên Neteweyên Yekbûyî, Rêxistina Alîkariya Îslamî û Yekîtiya Ewropa tevlî bibin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf got ku wê balyozên welatên Ereb, Yekîtiya Ewropa, Grûba G 20 û endamên dawamî yên Konseya Ewlehiyê weke mêvan tevlî bibin.