Serhildana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ya bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ didome.
Her wiha greva giştî ya ku tê payîn 3 rojan li seranserê welêt bidome, di roja duyem deye.
Li aliyê din piştî darvekirina 2 xwepêşandêran ji aliyê dewleta Îranê ve xeteriya darvekirinê li ser 26 kesan heye.
Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê tevî kuştin û darvekirinan bê navber di roja xwe ya 96’yan de didome.
Tevî gefên dewleta Îranê, hemû sendîka, komele û komên siyasî banga greva giştî kirin.
Gireva ku di 19′ kanûnê de despê kir tê payîn sibê jî dewam bike.
Gireva li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 2 roje didome
Li ser vê bangê, li bajarên Sine, Seqiz, Kamyaran, Dîwander, Eywan Xerb û gelek bajarên din ên Rojhilatê Kurdistan, welatiyan dikanên xwe venekirin û ketin grevê.
Li ser asta Îranê jî, li Tahran, Kirman, Kerec û gelek bajarên din, gel daket qadan.
Welatiyan darvekirina girtiyan şermezar kirin
Welatiyan li Tehranê jî di çalakiyan de banga azadiya girtiyên siyasî kirin.
Çalakvanan darvekirina girtiyan şermezarkirin.
Xwendekarên li ser asta Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî ji bo pirotestokirina dewleta Îranê tevlî dersan nebûn û çalakî li darxistin.
Li aliyê din dewleta Îranê ji bo tepisandina xwepêşanderan serî li riya darvekirina xwepêşandêran daye.
Li Îranê xeteriya darvekirinê 26 çalakgeran heye
Heta niha du ciwanan hatine darvekirine û cezayê dervekirinê li zêdetirî 30 çalakgeran hatiye birîn.
Li gorî raporeke Rêxistina Efûya Navneteweyî (Amnesty International) a têkilarî darvekirinan,metirsiya darvekirinê 26 çalakgerên din heye
Her wiha derkete holê ku li Belûçistanê du jinên ciwan bi navê Sara Belûç û Fatimeh Balîç-karî ji aliyê hêzên dewletê ve hatine girtin û cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn.