Li Hindistanê miriyên ji ber vîrûsa Corona êdî têne şewitandin

Li Hindistana ku bi niştecihê xwe, welatê herî mezin yê duyemîn li cîhanê ye, ji ber vîrûsa Corona dinale.
Li nava paytext Delhî ya Nû nexweşxane tejî bûne û mirî têne şewitandin.

Hindistan di nava pêla nû ya vîrûsa Corona de ji hev ketiye.

Li paytext Delhî ya Nû êdî, goristan jî bi têra jimara miriyên vîrûsê nake.

Nexweşxane ji peketiyên vîrûsê û goristan jî ji miriyan tejî bûne.

Bi vê re sîstema tenduristiya li welat ji hev ketiye.

Li rojavayê paytext Delhî ya Nû êdî cenaze têne şewitandin.

Cenazeyên ku li kamyonan têne barkirin li cihê goristanê, berê xwe didin cihên şewitîna cenazeyan.

Devendra Barghav yê xizmê wî ji ber vîrûsê mirî dibêje, ji bo qurbaniyên vîrûsê cihek zêdetir tê veqetandin û rojane nêzî 100 cenaze tê şewitandin.

Li welat tenê doh 332 hezar 730 kes bi vîrûsê ketin.

Bi vê re Hindistan li seranserê cîhanê heta niha welatê 2. ku herî zêde kes lê bi vîrûsê ketine.

Back to top button